Bi hezaran mirovên duh ji Helebê hatin Efrînê, ber bi eniya berxwedanê ve diçin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi hezaran kesên duh ji Helebê hatin Efrînê, îro danê sibehê berê xwe dan eniyên berxwedanê ku şer niha lê diqewime.
Jin û zarok jî di nav de Helebî li dijî dagirkeran serdana berxwedêrên li çeperan dikin.
Bi hezaran mirovên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û gelên din ên li Helebê duh berê xwe dabûn Efrînê û li dijî dagirkeriya Tirk ji bo têkoşînê bang kiribûn.