Li Îzmîr’ê jina ciwana ku bi navê Nazelîn Korkut di 15 Sibata ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî hatibû esîr girtin di salvegera 19’mîn de bi çalakiyê canbaxşane agir berda bedena xwe.
ÎZMÎR – Li semta Ballı kuyu ya navçeya Konaka girêdayê Îzmîr’ê jina ciwana ku bi navê Nazelîn Korkut di salvegera 19’emin a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdulllah Ocalan hatibû pêkanîn bi çalakiyê canbaxşane agir berda bedena xwe. Jina ciwan dema ku agir berda bedena xwe sloganên, “Ji Rêber Apo re azadî”, “Jin jiyan azadî” û “Ji berxwedana Efrînê re slav” avêt.
Jina ciwan di encama çalakiyê de jiyana xwe ji dest da.