Platforma Seferberiya Berxwedana Efrînê daxuyany da û êrîşe li ser gelê herêma cizîre û foratê şermêzar kir
QAMIŞLO – Di van kêliyan de konvoya bi hezaran ciwan, jin û bi giştî gelê welatparêz ku ji herêmên Bakurê
Suriyê berê xwe dan Efrînê, wekî mertalên zindî destek bidine berxwedanê, ji aliyê dewleta Tirk a
faşîst hedef hate girtin. Bi topên xwe ev dijminê hov ê mirovatiyê carekê din êrîşî gelê me kir. Bi
qasî ku agahî aniha di destê me de hene, gellek birîndar jî çêbûne.
Niha divê em armanca dewleta Tirk a dagirker di vê êrîşê de baş fêm bikin. Gelê me di nava
seferberîyê de ye û rojane li ser piyan e. Li şûna ku gelê Efrînê cih û warê xwe terk bike û bireve,
wekî Erdoğan dixwaze, hîn bêhtir gelê me yê têkoşer diherikin Efrînê. Ji Helebê hatine, ji Cizîrê
heta Kobanê, ji Girê Spî heta Minbic, Reqa û Tebqa gel çuye Efrînê. Her roj ku derbas dibe,
seferberiya berxwedana serdemê xurtir dibe, şerê azadiyê mezin dibe. Ev şer li Erdoğan ziviriye, ji
ber vê aciz in û ketine nava tirsekê mezin. Di vê tirsa xwe de dest diavêjin rê û rêbazên herî qirêj ên
şer û bi vî awayî dixwazin gelê me bitirsînin û vîna milet a şerker bişkînin. Em bizanin ku her
însanekî ku berê xwe daye Efrînê vê berxwedanê mezin dike û dibe misogeriya serkeftinê. Ji ber vê
em carekê din gelê xwe yê têkoşer, welatparêz û şerker ku bê tirs û bê teredut di doza xwe ya pîroz
de îsrar dike û ber bi azadiyê ve dimeşe pîroz dikin û hezar caran silav dikin.
Di serî de ciwanên Rojava, Bakur, Rojhilat û Başur, em bang li her kesî xwedî şeref û rûmet dikin
ku bibin bersiv ji vê hovitiya dagirkeriya Tirk re û bi rihê seferberiyê berê xwe bidine Efrînê!