Berxwedana Serdemê 35 roj li pişt xwe hiştin û derbasî roja xwe ya 36’an dibe. Çeteyên artêşa Tirk a daigrker û dûvikên wê ku li hember berxwedana ciwanên Bakurê Sûriyê têk çûne, êdî tenê serî li rêbazên qirêj didin û dixwazin vîna ciwanên Bakurê Kurdistanê bitepsînin.
EFRÎN- Li hember hemû hewldanên dagirkirina çeteyên Tirk ciwanên berxwedêr ên serdemê bersiv didin dagirkeran û wan paşde dixin.
Li eniya Raco ciwanê bi navê Xemgîn Efrîn bi dengê xwe yê zelal, di eniyên şer de kilamekê vedibêje û soza parastina axa Efrînê nû dike.