Berxwedana Serdemê ya Efrînê roj bi roj mezin dibe û çalakî û piştgiriya gelên Bakurê Sûriyê jî her ku diçe ji berxwedanê re zêdetir dibe.
EFRÎN- Çalakiya gelên Bakurê Sûriyê ku ji herêmên Şengal, Firat û Cizîrê bi rêketibûn û tevî hemû hewldanên dewleta faşîst a Tirk ji bo rawestandina karwanê çalakiya ber bi Efrînê, lê ciwan û gelên Bakurê Sûriyê biryara wê dan û dewleta Tirk careke din têk birin.
Ciwanê bi navê Ehmed Hesen yê ji Qamişlo diyar kir ku ew hatine piştgiriya gelê Efrînê bikin û eger di oxira wê de şehîd bikevin jî ewê Efrînê bi tenê nehêlin û radestî çeteyan nekin.
Ciwanê bi navê Elî Dawûd ji aliyê xwe ve got ku dewleta Tirk her çiqas hovîtî bike ew natirsin û ewê Efrîn tenê nehêlin.
Herwiha jina ciwan ya bi navê Eytan Şerîf got ku ew dema gihiştin Efrînê çeteyên Tirk bi Helîkopter û Obûs’an êrîş kir û tevî wê ew nesekinîn û bi biryardariyeke mezintir gihiştin Efrînê.