Berxwedana ciwanên Serdemê bi îradeyeke mezin her ku diçe şikestin û têkçûna dewleta Tirk û dûvikên wê derdixîne ber çavan. Pêngava ku serokê AKP’ê Erdogan weke seyran dihesiband û digot emê di 3 sa’et’an de xilas bikin, derbasî roja 35’an bû.
EFRÎN- Serokê AKP’ê ji bilî teqandina tank û erebyên artêşa Qesra wî û xistina Helîkopter û Sikoriskî û Keşifên wî, tevî kuştina çete û dûvikên wî tiştek bidest nexist.
Bê guman yên ku ev destanên qehremantiyê nivîsandin ciwanên berxwedêr ên Efrînê bûn. Lewma, weke ajansa Nûçe Ciwan me li eniya pêş a Cindirêsê bi du ciwanên ku di nava berxwedanê de cih digrin nerîn girtin.
Ciwanê bi navê Doxan Jiyan diyar kir ku her ku diçe berxwedanî mezintir dibe û bi her şehîdekî re hêz û moraleke mezintir digrin ji bo ku pêşve biçin.
Jiyan got ku ew ew parastina axa Efrînê dikin û her çiqas tevahî dijminên gelê kurd jî bixwazin ewê nikarin îradeya wan têk bibin.
Doxan Jiyan di berdewamiya axaftina xwe de got ku lingê ku derbasî axa Efrînê bibe ewê bişkînin û nehêlin sax derkeve.
Jiyan axaftina xwe bi gotina Bijî Serok APO, Bijî Berxwedana Serdemê bidawî kir.
Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Ferhad Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk li ser medyayên xwe derewan dike û ti gav pêşde ne avêtiye û wiha berdewam kir:
Ew bifikirin ku derbas bibin emê dest û lingên wan bişkînin.
Şêxo soza parastina axa Efrînê ji çeteyan da û got ku ewê ti carî derbasî Efrînê nebin.