Hevserokê berê yê PYD’ê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim, bi daxwaza Tirkiyeyê li paytexta Çekya Pragê hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN –Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim ji bo tevlî konferansekê bibe li paytexta Çekya Pragê bû.
Muslim li otela ku lê bû ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatibû şopandin û wêneyên wî di medya Tirk de hatibûn weşandin. Ji ber vê yekê, polîsên Çekya tedbîrên ewlekariyê yên li otela ku Muslim lê bû zêde kirin.
Lê belê polîsên Çekya yên duh ketin otelê, gotin ku wê li ser giliyê Tirkiyeyê wî bigirin binê çavan.
Rayedarên Kurd li ser mijarê bi rayedarên Çekya re hevdîtin kirin, lê hê bersiveke zelal negirtine.