Bi hezaran şîneyên bajarê Qamişlo daketin qadan û berxwedana serdemê ya Efrîn silav kir û erîşên li ser svîlan şermêzar kirin.
QAMIŞLO – Meş ji çerxereya Sewamê dest pê kir û gelê ku beşdarî meşê bûn alên YPG/YPJ′ê, wêneyên Rêberê gelan Abdullah Ocalan û pankartên ”Na ji dagirkirina Efrînê re, Her der Efrîne her der Berxwedan e″, ″Erîşa li ser sivîlan têkçûna terora Erdogan e″ hildan.
Ji aliyên din ve jî zarokên Qamişlo wêneyên zarokên ku li Efrînê hatine şehîd xistin rakirin û bi dirûşmeyên ”Şehid Namirin” qîr kirin .
Meş bi coşekî mezin ber bi navenda bajar ve herikî û li pêşiya Meclîsa Taxa Enteriyê sekinî.
Piştî deqeyek rêz girtin li ser giyanê şehîdan sekinîn.li ser navê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan axivî.
Saroxan di despêka axaftina xwe de Berxwedana Serdemê silav kir û got, ″Bi navê we hemûyan careke din em bejna xwe li hemberî şehîdên Efrînê û berxwedana gelê Efrînê, gelê herêma Cizîrê, Firatê û bajarên ku nû hatine rizgarkirin ditewînin. Em gelê ku di van kêliyan de meşên dîrokî li Navçeya Mabata, gundê meydankê li dar dixin û di heman demê de rastî hemû cureyên êrîşên dijwar tên silav dikin. Em çareke din Berxwedana Serdemê ya ku ketiye roja xwe ya 38’an silav dikin û serkeftinên gelê Efrînê piroz dikin.″
Girseya gel bi dirûşmeyên ”Bi can bi xwîn em bi tere ne Efrîn” meş bi dawî kirin.