QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand.
NAVENDA NÛÇEYAN-Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 24 saetên dawî ya berxwedana Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di çarçoveya parastina rewa de parastina xwe kirine û di şer de 31 leşker û çete hatine kurştin û 4 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
“Tevî agirbesta 30 rojan a ji aliyê Konseya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye ragihandin jî êrîşên hov ên artêşa Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê bê navber dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin. Encamên çalakiyên xweparastinê li herêma Efrînê wiha ne:
ŞERA
Hêzên me êrîşa leşkerên Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê li derdora gundê Umera şikandin û di navbera hêzên me û êrîşkaran de şer rû dan. Di encamê de derdora gund ji çeteyan hate paqijkirin û ziyanên mezin gihiştin leşker û çeteyna. Li vir her wiha 20 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî bi temamî hate rûxandin.
Ji saetên sibê ve leşkerên Tirk û komên çete bi çekên giran gundê Umera topbaran kirin û heta dema amadekirina vê raporê topbarana dagirkeran berdewam dikin. Balefirên şer jî bêtirî 15 êrîş li dijî gund pêk anîn.
MABETA
Leşkerên Tirk û komên çete li derdora gundê Kurka êrîş kirin. Êrîşa çeteyan rastî bersivan şervanên me hat û di encamê de şer rû dan. Di şer de 4 çete hatin kuştin.
ŞIYÊ
Herdu gundên Senarê û Anqelê ev sê roj in bê navber ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê ve tên armanckirin. Hemû êrîşên dagirkeran ji aliyê şervanên me ve hatin bersivandin. Êrîşên dagirkeran bi alîkariya balefiran û çekên giran pêk dihatin. Di encama şerê li vê eniyê 7 çete hatin kuştin.
CINDERÊSÊ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran navneda Cindirêsê û gundê Yalanqozê kirin armanc. Di encama topbarana dagirkeran de li gorî agahiyên destpêkê 2 welatiyên sivîl şehîd bûne û 3 welatiyên din jî birîndar bûne. Topbarana dagirkeran hê jî berdewam dike.
Helîkopterên dagirkeran di saetên êvarê de êrîşî gundê Hêkiçê kirin. Êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de tirekseke dagirkeran hate rûxandin û tirekseke din hate bêbandorkirin.
RECO
Li derdora gundê Mûskê şervanên YPJ’ê êrîşa leşkerên Tirk û çeteyên wê şikandin. Di encama êrîşê de du wesayîtên leşkerî yên êrîşkaran hatin rûxandin û kestên têde jî hatin kuştin.
ŞÊREWA
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundê Celemê topbaran kirin û di encamê de gelek ziyan bi malên welatiyên sivîl bûn. Her wiha hin welatiyên gund birîndar bûn.”