Bi dehan ciwanên kurd di bin seferbertiya ku hat îlan kirin de bere xwe didin Efrînê û tevlî berxwedana serdemê diben.
QAMIŞLO – Bi dehan ciwan ji Bakûr, Mexmûr, Başûr, Rojhilat û Şengalê piştî kû derbasî rojava bun ji bo tevlî berxwedana serdemê bibin perwerdiyek li ser seferberiye û xwe parastin dîtin piştî perwrdê ciwanan li Kobanê daxuyaniyek da û bere xwe dan Efrîn.
Daxuyanî wiha ye:
Bi sedsalan êrîşeke hovane li ser kurdan qût ne buye ev di şerê Efrîne de gihîştiye asta herî bilind ev erîşên ser Efrînê berdewamiya komploya kû li ser serokatî hatiye kirin bi êrîşên ser Efrîne dewleta tirk a dagirker dixwaze giştî kurdistanê bike îmralî û şoreşa rojava û bakurê suriyê dixwaze bi fetisîne em weke ciwanên mexmur şengal rojava başûr rojhilat û bakûrê di çerçoveya seferbertiya kû hatibû îlan kirin me tevlî berxwedana serdemê ya Efrînê dibin.
Li vir tê xuyakirin kû gîştî sînor dijmin çekiribu hatine ruxandin. Çawa di şerê kobanê de sînor hatibun ruxandin û serkeftin hatibû serxistin em jî bi rihê wan şehîdan dubare wan sînoran kû li hemberî me çêkirine em parçe dikin û beşdarî şerê Efrînê dibin.wekî giştî ciwanên kurdistanê bi soza hemû şehîdan û bi rihê tolhildanê emê pergala îmralîye û îşgala ser Efrînê parçe bikin. Bi vê sozê emê biçin Efrînê û wekî şehîd reşîd serdar gotibo “emê siha dijmin ji kurdistanê giştî rakin” ev jî dibe bangawaziya me jibo tevahî ciwanên welatparêz.