Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand kû artêşa Tirk 23’ê Sibatê li herêma “Çiyayê Bizina” ya li Çiyayê Gabarê dest bi operasyonê kir û ji ber operasyonê şerekî dijwar qewimî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk di operasyonê de gazên kîmyewî bi kar aniye. Di şer de herî kêm 6 leşker hatin kuştin. Gerîlayekî HPG’ê di şer de şehîd bû. Navendê her wiha diyar kir ku li Bazîdê jî 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.
LI GABARÊ HERÎ KÊM 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev agahî hatin dayin:
“23’ê Sibatê artêşa TC a dagirker li qada Çiyayê Bizina ya çiyayê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 14’an, di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me de şer qewimî. Di dema vî şerî de hêzên dagirker bomberdûmaneke giran li herêmê kirin û gazên kîmyewî bi kar anîn. Şer heta saet 04:00 ê 24’ê Sibatê dewam kir. Gerîlayên me ku li dijî leşkerên dijmin bi fedayî şer kirin, derbên giran li hêza operasyonê xistin. Di vî şerî de herî kêm 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalê Me Gelhat ê bi rengekî fedayî li dijî dagirkeran şer kir, şehîd bû.
Artêşa TC a dagirker a derbên giran xwe, ji neçarî xwe vekişand. Hêzên me heman rojê li nêzî gundê Mehdînê li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Operasyona roja 25’ê Sibatê bi temamî qediya.”
NASNAMEYA GERÎLAYÊ ŞEHÎD BÛ
HPG’ê diyar kir, nasnameya gerîlayê şehîd bûye Agît Yilmaz ê bi nasnav Gelhat Gabar e.
Nasnav: Gelhat Gabar Nav paşnav: Agît Yilmaz Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Gûrbet-Hasan Dem û cihê şehadetê: 24’ê Sibata 2018’an / Şirnex |
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha dewam kir:
“Hevalê me Gelhat Gabar li Şirnexê ji dayik bû li nava rastiya gelê welatparêz ê Botanê mezin bû. Hevalê me Gelhat ku rastiya dijmin ji nêz ve nas dikir, li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta TC a faşîst ku li ser gelê Kurd ferz dike, ji bo hê bi rengekî çalak têbikoşe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Dema ku li nava refên gerîla bû li her qadê bi ked û hewldaneke mezin tevgeriya. Di nava rastiya şerê bê eman de xwedî li nirx û nasnameya xwe derket û bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re meşiya. Heta kêliya dawî jî bi xwestek têkoşiya û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.
Ji ber vê windahiya me ya giran em sersaxiyê ji malbata hêja ya Yilmaz û hemû gelê xwe yê welaparêz dixwazin. Bi daxwaza şehîdên xwe em careke din sozê didin ku em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê her wiha diyar kir ku li Agirî û Silopiyayê jî şer qewimiye. Di daxuyaniyê de hat gotin, li Agiriyê çar leşker hatine kuştin.
LI AGIRIYÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Li gorî daxuyaniyê; “28’ê Sibatê hêzên me li qada Kırê Hallac ê li navçeya Bazîd a Agiriyê, dor li yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker girtin. Heman rojê saet 15:30’î ji nêz ve li yekîneya veşartî dan. Derb ji du aliyan ve hate lêdan û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdorê.”
LI SILOPIYAYÊ LI ÇEPERÊN DIJMIN HATE XISTIN
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “26’ê Sibatê saet 16:45’an li dijî qereqola Kiryareş a li navçeya Silopiyayê çalakî hate lidarxistin. Derbên xurt li avahî û çeperên dijmin ên li nava qereqolê hatin xistin. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”