Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê Ragihand ku 26 leşkerên Tirk û bi dehan çete hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇÊYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya roja 42’an a ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di 24 seatên dawîn de 26 leşkerên Tirk û bi dehan çete hatine kuştin. Li aliyê din helîkoptereke artêşa Tirk hate xist, 3 wesayîtên leşkerî hatine rûxandn.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;
“Tevî biryara Konseya Ewlehya Navneteweyî ya agirbesta li Sûriyê, dewleta Tirk vê biryarê binpê dike û êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne. Li hember van êrîşan, hêzên ne neçarin bersiv bidin û gelê herêmê biparêzin.
BAJARÊ EFRÎN
Hovitiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-El Nûsra li dijî gelê Efrînê didome. Artêşa Tirk a dagirker duh gundê Meydankê bi dijwarî topbaran kir. Di encama topbaranê de hejmarek sivîl (Jin û zarok) şehîd û birîndar bûn.
Topbaran û bombebaran li dijî gundên bajarê Efrînê bê navber didome.
RACO
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin li eniya Racoyê pêşve biçin. Hêzên me bersiv da hewldana dagirkeran. Duh şervanan li gundê Gewanda wesayîtekê leşkerî ya dagirkeran kir hedef û di encamê de wesayîta leşkerî tevî leşkerên tê de ahtin rûxandin.
Li aliyê din hemwext hêzên me li eniya Elî bîska wesayîteke leşkerî ya dagikeran hedef kir û tevî çeteyên tê de wesayît rûxand.
Her wiha Artêşa Tirk û çeteyên wê hewldan li eniya gundê Maseka jî pêşve biçin. Di bersivdayîna şervanan re li herêmê şereke dijwar qewimî.
Li aliyekî din jî duh balafirên Tirk gundê Bilîlka bombebaran kirin. Di heman demê de li vê eniyê şerekî dijwar di navbera hêzên me û Artêşa dagirker de qewimî. Di vî şerî de yekîneyên taybet (POH/JOH) beşdar bûn. Ev hêz jî ketin kemîna hêzên me û derbeyên giran xwarin. Ji ber vê Artêşa Tirk neçar ma bi rêya helîkopterên Kobra hêzên xwe xelas kirin. Hêzên me helîkoptera dagirkeran kir hedef û derb kir. Di encamê de helîkoptera artêşa Tirk a dagirker li aliyê Tirkiyeyê ket xwarê.
Di şerê ku duh li gundê Bilîlka de rû da de, bi dehan kuştî û birîndarên leşker û çeteyên Tirk çêbûn. Ragihandina Tirk beşek ji windahiyên xwe eşkere kir, beşek jî veşart.
Tobarana li ser gundên navçeyê bênavber didome.
ŞERA
Li eniya gundê Omera topbarana Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi çekên giran di roja sêyemîn de didome û Artêşa Tirk hewldide li herêmê pêşve biçe. Hêzên me bersiva hewldanên dagirkeran didin û duh di saetên piştî nîvro de wesayîteke leşkerî ya dagirkeran li li derdora gundê Omera kir hedef. Wesayîta leşkerî tevî çeteyên tê de hate rûxandin.
Balafirên Tirk gundê Çema jî bombebaran kirin û nuqteyên Qiwat Şebiye yên girêdayî Artêşa Sûriyê kir hedef. Di encamê de bi hejmarek şehîd û birîndarên wan çêbûn.
Topbarana Artêşa Tirk a li ser gundên navçeyê bênavber didome.
CINDIRÊS
Artêşa Tirk a dagirker hewl da li eniya gundê Baflûrê pêşve biçe. Hêzên me bersiv dan, di encamê de şer li herêmê rû da û heta saetên derengiya şevê dom kirin. Diyar bu di vî şerî de 26 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Di saetên sibehê de jî dagirkeran careke din hewldan li herêmê pêçve biçin, dîsa jî şervanên me bersiva wan dan û derbeyên giran li wan dan.
Duh balafirên Tirk gundê Memîlka jî bombebaran kirin. Her wiha topbarana li ser gundên herêmê bênavber didome.
ŞIYÊ
Artêşa dagirker vê eniyê bi çekên giran bi dijwarî topbaran dike. Di encamê de ziyan gihîşt malên sivîlan. Topbarana li ser herêmê bênavber didome.
MABETA
Ji duh ve tevahî gundên Mabatayê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbaran kirin. Her wiha leşkerên Tirk û çeteyên dixwestin li eniya gundê Dimilya pêşve biçin. Hêzên me bersiva wan dan û hewldan dagirkeran hate şkandin.
Artêşa Tirk îro di saetên sibehê de careke din hewlda li eniya Dimilya û Bedîna pêçve werin. Di bersivdayîna şervanan de li herêmê şerekî dijwar derket. Şerê li herêmê didome.
Her wiha duh gundê Kaxirê jî bi çekên giran hate topbaran kirin. Di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.″