Di çarçoveya hemla serî hilde de Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya jinên ciwan (YJC) li Qamişlo jibo pişgiriya berxuedana serdemê ya Efrînê meşek li dar xist.
QAMIŞLO – Bi sedan ciwanên Qamişlo ji bo pişkiriya berxwedana serdemê ya Efrînê meşek bi erebeyan li dar xist.
Meş ji pêşiya navenda parastinê ya ciwanan (HPC) ya taxa Kedurbêg û bi tevlîbuna sedan ciwan û jinên ciwan û bi coşek û moralekê mezin dest pê kir.
Meş li kolanên bajar geriya û alên YCR – YJC hatin rakirin û slogana bijî berxuedana Efrînê hat avêtin.
Meşa erebeyan li çerxê riya Osman Sebrî ya taxa Hilêliyê rawestiya û ciwan bi meşek li ser piyan ber bi navenda şehîd Can Welat ya jinên ciwan ve meşîyan. Piştî meş gihişt navenda jinên ciwan bi moralêkî bilind û sloganên silav kirina berxedana Efrîn bi dawî bû.