Di çarçoveya hemla serî hilde de û piştî îlan kirina platforma seferberiyê ciwanên kurd bi hemû awayî tevli berxwedana serdemê dibin.
Silêmaniyê: Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li başurê kurdistanê di çarçoveya hemla serî hilde de û ji bo tevlî buna berxwedana serdemê li seranserî bajarên başurê kurdistanê ji bo Efrînê daxwiyanî dan.
Daxwiyanî ciwanên Silêmaniyê wiha ye:
Dagirkeriya xwe wê careke din bidin runişkandin û xwînê birijînen. Lê emê xwîna dijmin birijînên.
Berxwedana serdemê ya li Efrînê mezinkirina berxwedana Serok (APO) ya îmralî ye.
Bi saya şehîdan û bi rihê şehîd Avêsta Xabur û Barîn Amed û bi seferberiya ciwanên welatparêz wê Efrîn bi serkevi û ji Erdogan re bibe goristan.
Li ser vi esasî em bang li hemî ciwanên welatparêz dikin ku bere xwe bidin Efrînê û tevlî berxwedana serdemê bibin. Banga me li hemî ciwanên Rojava yê dervê welat vegerin tevlî YPG/ YPJ bibin û li hember dagirkeriyê serî hildin.
Daxwiyanîa ciwanan ya li Hewlirê hat xwendin wiha ye:
Emê Efrînê ji Erdogan re bikin qebiristan. Li ser vê esasa em bang li hemî ciwanên welatparêz dikin ku berê xwe bidin Efrînê û tevlî berxwedana serdemê bibin.
Em bang li ciwanên Rojava dikin ku werên tevlî refên YPG PYJ QSD bibn li welati xwe xwedî derkevin serî hildin.