Ciwanê ku di çarçoveya Platforma Seferberiya Berxwedana Efrînê de hatine Rojava û perwerdeya xwe xelas kirin axifîn. Ciwanan hevpar anîn ser ziman ku wîcdana me qebûl nekir em li mala xwe rûnin.
KOBANÊ – Platforma Seferberiya Berxwedana Efrînê ku hatibû ava kirin bi riya platformê ciwanên Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava, Bakûrê Sûriye û cîhanê tevlî nava berxwedanê dibin. Heta anha gelek ciwan ji alî platformê hatiye perwerde kirin û cîhê xwe di nava berxwedanê de girtiye. Anha jî platform gelek ciwanên perwerde dikin. Ciwanên ku perwerdeya xwe qedandiye û beriya ku biçin Efrînê axifin.
Kerîm Goyî yê ku ji Mexmûrê hatiye wiha axivî: “Wek tê zanîn ku êrîşek pir mezin dewleta Tirk a faşist û dagirker li Efrînê heye. Sivîl, zarok, jin, pîr û kal tê de ne. Wîcdana me wek ciwanek tu carî vî qebûl nake. Em ciwanên şoreşger bi riya platfromê tevlî seferberiya berxwedana Efrînê bûne û biçin kêleka gelê xwe, şervanên YPG/YPJ û QSD’ê rawestin. Bangawaziya me ew e ku hemû ciwan bi yek armancê tevlî seferberiyê bin û bere xwe bidin Efrînê. Ji bo azadiya Rêber Apo û Efrînê heta dawiyê tekoşîn bikin û li ber xwe bidin.”
Ciwanê Mexmûrê Demhat Goyî: “Dewleta Tirk a dagirker êrîşê nirxê gele Kurd dike. Têr nabe herî dawî jî erîşê Efrînê dike. Gelê Efrînê û şervanên gelê Kurd li hember êrîşan berxwedanek mezîn bersiv dide. Gelê Efrînê ev jî mehekî dirêjtir e di bin êrîşan de ye. Ez jî wek ciwanek welatparêz ne rehetbûm di mala xwe runiştî bimînim. Bi saya platformê tevlî seferberiya berxwedanê dibim. Bangawaziya min ji her çar parçê Kurdistanê re ye ku tevlî berxwedanê bibin û bere xwe bidin Efrînê.”
Ciwanê Şengalê Bahoz Şengalî: “Ez ji bo piştgirî bidin Efrînê tevlî seferberiya berxwedanê bûm. Em ê biçin kêleka şervanê YPG/YPJ û QSD’ê bisekinin û bibin alîkar. Bangawaziya min ji ciwanên Kurdistanê re ye. Nesekinin ji bo dagirkera em nasekinîn tevlî berxwedanê bibin.