Endamê Koordînasyona Jinên Ciwan û Komalên Ciwan Şîmal Guneş Ulkem li ser berxwedana Efrînê axifî û wiha li ciwan û jinên ciwanên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê kir: “Ciwan bi ruhê serhildan û serî rakirinê berê xwe bide ceperên berxwedanê Efrînê û dersa dîrokî a herî mezin bidin komara Tirk a çeteyan.”
BEHDÎNAN – Endamê Koordînasyona Jinên Ciwan û Komalên Ciwan Şîmal Guneş Ulkem li ser berxwedana Efrînê axifî. Ulkem, ji bo ciwan û jinên ciwanên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye re bangawaziya tevlîbûna berxwedana Efrinê kir.
Ulkem, axaftina xwe wiha destpê kir: “Li ser navê tevgera ciwanên Apoyî Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan hemû ciwanên ku aniha di ceperên berxwedaniya serdemê de hemberî çeteyên komara Tirk şer di û tekoşîn dikin hemûya silav dikim.”
‘Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê li hemberê rejîm û sîstema faşîst ya Tirka dilê wan hêdî tije bûye’
Ulkem da zanîn ku li gorî heybeta berxwedaniya serdemê li her derê cîhanê 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê hatiye pîroz kirin û ew jî diyar kirina ku jinên ciwan bi giştî, ciwanên şoreşger, Apoyî, sosyalîst bi taybet jî li qada Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê li hemberê rejîm û sîstema faşîst ya Tirka dilê wan hêdî tije bûye. Ulkem axaftina xwe wiha domand: “Ciwan, ev faşîzma û serdestiya heyî bi tu awayî nêkara rabike. Ji bo na wî jî di her derfetî de dema ku zemînekî ava dibe ciwan û jînên ciwan derbikeve qada xwe pênase bike, helwestê xwe bîne ziman heta dawî vê derfetê di rastî de dinirxînin. Ev jî hêrs, nefretekî li hember vê rejîmê ya ku bi aklê zilam tê rêvebêrin dide nîşandan.”
‘Biryarek bi lez girtin û ketina tevgerandinê helwestê xwe dayîn û tevlîbûyîn hêdî dîrokî ye’
Ulkem diyar kir ku ji bo na vî jî di van rojên girîng de dixwazên li ser navê tevgera ciwanên Apoyî bangawaziyên xwe ji bo na hemû ciwanên Tirkiye û taybet jî Bakûrê Kurdistanê re bikin. Ulkem, “Dem pir zêde nemaye, di merhela û kêliyên aniha de bi rastî jî bi lez tevgerandinê heye. Weke berê tekoşîna aniha nameşe, pêşketin di nav de nayê jiyan kirin. Biryarek bi lez girtin û ketina tevgerandinê helwestê xwe dayîn û tevlîbûyîn hêdî dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de şêwazekî dîrokî rastî de ê rolê xwe bilîze” got û êrîşên li ser Efrînê wiha nirxand: “ Nêzikî du mehe di pêşengtiya komara Tirkan de hemû çeteyên Rojhilata Navîn û bi piştgiriya dewletên navneteweyî de aniha ber vî Efrînê ve diçin. Di nav axa Efrînê de dixwazên bi zîhniyeta dagirkerî bi pergala faşîst ketlîamek li ser gelê kurd û gel û baweriyên cûr be cûr xêlas bikin. Bi hemû şêwazam aniha lê wê derê tevgerek kuştinê di meriyetê de ye.”
‘Ciwanên Amed, Botan û Serhedê li gorî erk û berpirsyartiyê xwe cîhê xwe di nava berxwedanê de bigirin”
Ulkem herî dawî ji bo ku ciwanên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye yê tevlî berxwedana serdemê ya Efrînê bibin wiha bang kir: “Ciwanên Bakûrê Kurdistanê taybet jî ciwanên ku di berxwedaniyên xweseriyê de bi ruhekî fedaî, tarzên Egîdan, Zîlanan ê ku li berxwe dabûn. Ciwanê Botanê di vê pêvajoyê de pêwîste li hemberî berxwedaniya mezin ya Efrînê bi deng nemînin û helwesti xwe diyar bikin û berê xwe bidin cepêrên şer. Di heman demî de ciwanên berxwedêr, welatparêz, nîştîmanperwer, ciwanên Serhedê, di vê dema dîrokî de di vê şerê dawî ê mezin de di pêşengtiya kurdan de dimeşe layikê kesayet û dîroka xwe ya serhildanê û serî rakirinê xwedî derbikevin û berê xwe bidin Efrînê. Ciwanên Amedê paytexta Kurdistanê di demên wiha dîrokî de pêwîste pasîf, lê bendê nemînin, temaşe neke. Ciwan bi ruhê serhildan û serî rakirinê berê xwe bide ceperên berxwedanê Efrînê û dersa dîrokî a herî mezin bidin komara Tirk a çeteyan. Li ser vî esasî hemû ciwanên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, ciwanên elewî û êzidî ciwanên ji baweriyên cûda û jînên ciwan bi giştî di vî şerê dawî ê mezin de pêwîste li gor erk û berpirsyartiyê xwe cîhê di nava berxwedanê de bigirin.”
FERAŞÎN SÎDAR