Komalên Ciwan ji bo ku ciwanên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê leşkeri nekin bangawazî kir, piştî vê bangawaziyê bi sedan Ciwan bere xwe dan refên azadiyê. Ji van a yek jî ciwanê ku bi navê Sîpan Faraşîn axafî.
EFRÎN – Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê bi tundî didome û li hember vî ji rêxistinên cûr be cûr bangawaziya yekîtiyê tên. Li hember dewleta Tirk a dagirker û faşîst Komalên Ciwan jî ji bo ku ciwanên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê leşkeri nekin bangawazî kir. Bi vê bangawaziyê bi sedan Ciwan bere xwe dan refê azadiyê.
Li ser vî esasî ciwanê bi navê Sîpan Faraşînê ku kaçaxi leşkeriyê bû û bi sedan ciwanê ku leşkeriyê qebûl nekiriye û hatiye refên azadiyê ji wan a yek ji Nûçe Ciwan re axifî.
Ev êrîş ji bo min ne dihat qebûl kirin
Sîpan Faraşîn ji bajarê Bakûrê Kurdistanê j Colêmergê ye. Faraşîn, bandor bûyîna Efrînê li ser xwe wiha qal kir: “Min her tim di televîzyonê de jin, dayik û ciwanê ku berxwe dida didît. Lim hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker berxwe didan. Ev êrîş ji bo min ne dihat qebûl kirin. Ez derketin rê û hatim.”
‘Li ser esasê bangawaziya Komalên Ciwanên min leşkeriyê red kir’
Faraşin bal kişand ser bûyerên ku her tim li Efrînê di qewimî û wiha got: “Min dît Komalên Ciwan ji bo ku Ciwan necin leşkeriya dewleta dagirker nekin û nekevin nav îxanetê bangawazî kir. Berê jî min tiştek wisa difikirîm. Li hember vê bangawaziyê bersiva min ez jî tevlî nava refên azadiyê bûm û hatim kêleka gele xwe li hember dijmin şer bikim.”
Faraşîn, herî dawî bangawazî li ciwana kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez li ciwanên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikim, bila neçin ji wan re leşkeri nekin û nekevin nav îxanetê. Bila li kêleka gele xwe ji axa xwe şer bikin.”
RENAS AVESTA