Ji bo li xwedî derketina li berxwedana serdemê ya Efrînê çalakiyên ciwanan berdewamin û hemu qadên Bakurê Suriyê kirine Efrîn.
Qamişlo – Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li Qamişlo çalakiyek hat li dar xistin.
Ciwanan ji bo li xwedî derketina li Efrînê her qad kirine Efrîn. Ji bo vê yekê Qamişlo bi navê Qada Cinderêsê hat binav kirin.
Çalakiya Ciwanan bi deqeyek rêz girtin li ser rihê şehîdan dest pê kir. Piştî wê axaftin hatin kirin.
Li ser navê qomîta sefer beriyê Delila Koçer axivî. Her wha li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Rehşan Efrîn.
Di axaftinan de hat gotin ku pêwîste her der bibe Efrîn û li her qadan Ciwan çalakiyan pêk bînin û Ciwan bi hemu hêza xwe tevlî berxwedana serdemê bibin.
Piştî axaftinan Ciwanan agir dada û alên dewleta tirk a faşist hat şewitandin û her wha sînevizîon li ser berxwedana Efrîn hat temaşe kirin.
Hêjaye gutinê ku çalakiyên Ciwanan ji bo Efrînê wê her berdewam bin.