Koordînasyona Ciwanên Kurd, ji ber berxwedana serdemê bi hemû pêkhateyên xwe hat bahev û li ser Efrînê civiyan û biryara tevlî berxwedana serdemê girtin.
RİMÊLAN – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ketin roja 53 an. Berxwedaniyek bi navê berxwedana serdemê tê nav kirin li Efrînê heye. Ji ber berxwedana tevgerê hemû civak din ava seferberiyê de ye. Koordînasyona Ciwanên Kurd jî ji ber berxwedana serdemê bi hemû pêkhateyên xwe hat bahev û li ser Efrînê civiyan û biryara tevlî berxwedana serdemê girtin. Di derbarê tevîbûnê ciwanên partiyên kurd axifin.
Evdilxenîm Omer Berdevkê Koordînasyona Ciwanên Kurd û Endamê Tevgera Nûjen ya Kurdistanê;
Em êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşist li ser bajarê aram Efrînê protesto dikin. Em hemû endam û aligêrin xwe bi her awayî di nav vê şoreşê de ne. Û em ji vir dibêjin em li hember vê dagirkeriyê disekinin. Em ê xwedî li ax û şehîdên Efrînê derbikevin. Em xwediyê vê berxwedanê ne em ji ne dûr in. Em li gel wan in em bi wan re nin. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê qirqirinek dike. Mebesta wan gele Kurd e. Efrîn mînaka berxwedaniya gele Kurd e. Em wek ciwanê Tevgera Nûjen em tevlî berxwedaniya Efrînê dibin. Li Rojava jî çi êriş hebin bila hebin em ê li hember bisekinin. Bi her tiştê xwe, kal, pîr, zarok û jinên xwe ve. Çunkî dagirkerî nayê qebûl kirin.
Partiya Çep a Kurdê Sûriye Jiyan Hemo;
Dewleta Tirk a dagirker demekî dû dirêje êrîşên xwe li ser Efrînê dikin. Bêguman armaca wan tenê ne Efrîn e hemû Kurdistana lê berxwedaniya ku Efrînê nişan wan da. Hesabê wan ê malê li hevdu xist. Digotin em ê si seatan de bikevin Efrînê bû 53 roj. Pêwîst e aniha em ji bo Efrînê çibikin. Çi gava bavêjin? Me biryar girtiye destpêk em ê bikevin nava seferberiyê. Ji her alîda piştgiriya Efrînê bikin di serî de di cephe de. Ciwanên Partiya Cep ê biçe cephe di cephe de tevlî berxwedana serdemê ya Efrînê bibe. Ciwan di rewşekî îro awarte de tevlî şer bibin. Alîkarî bibin. Rabin û şer bidin rawestandin.
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratik;
Em jî tevlî berxwedana serdêmê bi tabûren xwe yên ciwan a leşkerî dibin. Li hember êrîşan disekinin. Ji me tê xwestin ku em li hember êrîşan bisekinin wek ciwan em jî erka xwe tînin û bînin cîh. Em heta dawî di tevgerê de ne. Me wek ciwanên PYD biryara tevlî seferberiya danin. Û ji her alî de tevlî berxwedana serdemê ya Efrînê bibin. Em jî di nêz de biçin Efrînê.
Endamê Koordînasyona Cîwanên Kurd Mizgîn Silêman;
Em dikevin tevgereê ji bok ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê. Em heta xwîna xwe ya dawî Efrînê biparêzin. Em bernadin Efrînê.