Rêze çalakiyên Ciwanan ji bo pişgirtiya berxwedana serdemê ya Efrînê li seranserî Rojava û Bakurê Surîê berdewamin.
Qamişlo – YCR û YJC li Qamişlo çalakiyê xwe berdewam dikin, Li gorî plansaziyên Ciwanan ev çalakî wê “7” rojan berdewam bin. Semîner bên dayîn her wiha sînevizîon bên temaşe kirin û meş bên li dar xistin.
Di vê çarçoveyê de Ciwanan li Qamişlo li pêşiya navenda şehîn Mezlom Baguk ya Yekîtiya Ciwanên Rojava hat li dar xistin.
Di vê çalakiyê de semîner bi zimanê kurdî û Erebî hat daîyn. Semînera bi zimanê Erebî ji aliyê hevserokê meclisa taxa Xerbî Reuand Salih hat daîyn her wiha semînera bi zimanê kurdî ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava Bîrhat Amanus da.
Di vê semînerê de rewşa Efrîn hat nirxandin her wiha çawa gel û ciwan dikarin rola xwe di vê berxwedaniyê de bibînin û xwedî lê derkevin.
Ciwanan piştî semînerê berê xwe dan bin kunê ser saxiyê yê şehîdan.
Çalakiyên Ciwanan li Qamişlo ya ku bi navê qada Cindêris hatiye binav kirin wê berdewam bin .