Ciwanên Suryian di derbarê berxwedana serdemê a Efrînê de axifîn û anîn ziman ku piştgiriya berxwedana serdemê re her dem her karî re amade ne.
TIRBESPÎ – Ciwanên Suriyan di derbarê berxwedana serdemê a Efrînê de nêrînên xwe anîn ziman û ji bo ku ciwan piştgirî bidin berxwedanê bang li ciwanên Suryan kirin.
Berdevkê Meclîsa Ciwanên Suryan Malik Esmar;
Em wek ciwanên Suryan nêrîna me ji bo van êrîşên li ser Efrîn nêrîneke însanî û axlaqî ye ji ber wê em pişgirtiya Efrîn dikin û qetlîamên ku li ser sivîlan û zarokan tên kirin em qebul nakin. Ev tiştê ku dewleta Tirk a dagirker dike dijî hemu mafên mirovan e. Dewleta Tirk li dijî sivîlan çekên qedexe kirî bi kar tîne. Em ciwanên Suryan wek erkek welatparêzî em pişgirtiya gelê Efrîn û hemû gelên azadîxwaz dikin. Banga min ji bo hemû ciwanên Suryan ku xwedî li Efrîn derkevin û bi parêzin.
Endamê Meclîsa Ciwanên Suryan Rabî Tuma;
Tê zanîn îro êrîşên hovane li ser Efrîn tên kirin. Hêza dewleta Tirk a dagirker di NATO de ye û ev hêz îro li ser sivîl û zarokan tê bi kar anîn. Ev êrîş sedema wê ku dewleta Tirk a dagirker ev demokrasiya ku li Bakûrê Sûriyê tê meşandin qebul nake û li dijî berjewendiyê xwe dibîne. Ji ber vê êrîşên xwe li ser Efrîn dide meşandin. Erkek li ser milê me ye ku em Efrîn biparêzin ji ber ku Efrîn beşek ji axa Suriyê ye. Ez bang li hemu ciwanên Suryan dikim ku xwedî li Efrîn derkevin. Tu car axa xwe bernedin.
Endamê Meclîsa Ciwanên Suryan Enlît;
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê li ser axa Kurdistanê hemû û li ser gelê Rojhilatanavîn hemû ya ye. Em wek ciwanên Suryan ev êrişan qebûl nakin û li hember vî jî çi ji destê me were em ê li hember dewleta Tirk a dagirker bikin. Ez ji Ewrupa nû hatim hêdî çi bibe bila bibe ez ê li ser axa xwe jiyan bikim û çi çi êrîş were em ê berxwe bidin. Bangawaziya min ji hemû ciwanên Suryanê ku li derveyî axa xwe jiyan dikin re ye bila werin axa xwe biparêzin. Koçberiyê berdin, bizivirin ser axa xwe ya pîroz.
Endamê Meclîsa Ciwanên Suryan Gabrîel Hewro;
Ez ciwanek Suryan di serî de dixwazêm bêjim ku Efrîn parçeyek ji axa Suriyê ye û erkekî me ye ku em vê axê biparêzin. Îro êrîş li ser Efrînê ye lê dibe ku sibe li ber derê me be. Ji ber vê yekê pêwîste em êrîşan di destpêkê de bidin sekinandin. Berxwedanê cîhê ku li tê dayîn em mezin bikin. Ez ji hemû gelê Sûriyê re dibêjim ku xwedî li Efrîn derkevin. Tevlî nava berxwedana serdemê bibin.