Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê Nesrîn abdulla, rewşa dawî a berxwedana serdemê ya Efrînê nirxand û bang li hemû ciwanên cîhanê kir ku berê xwe bidin Efrînê.
QAMİŞLO – Abdulla, nîşan kir ku li Efrînê berxwedana serdemê ketiye roja 57 an û rewşa heyî wiha nirxand: “ Di aliyê gel de roj bi roj berxwedaniyek bihempa tê meşandin. Ruxmî wî hem êrîşên ku li ser tê kirin bi aliyê dewleta Tirk a dagirker û El-qaîdê de û hem jî berxwedana YPG/YPJ û QSD ku bi rihê Avêstan û tê kirin di hem çebihên parastinê de xwe dikin sîperê ku hem herêmê hem jî gel diparêzin.”
Abdulla, bal kişan ser berxwedaniyê û wiha pênase kir: “Di van rojan de gelek destan hatin nivîsandin û ev îfade kir ku tekoşîna ya eqdan ya gelê kurd zirva îradeya gelan, rihê azad fikrê azad îro Efrîn bu nîşana wê ye. Em vê ne wek şoreşa Rojava bidin nîşandan wek şoreşa gelê kurd bi tevahî dibînin.”
Abdulla, da zanîn ku Efrîn enwanekî nû di dîroka gelê kurd de hem jî di dîroka gelan de bûye nîşana berxwedana serdemê.
Abdulla, rewşa niha lê Efrînê tê jiyan kirin şîroveyekî rast jê re divê pêwîst dike û ev êrîş ne tenê li ser Efrîn li ser Rojhilatanavîn e û axaftina xwe wiha domand: “ Di cewhera xwe de belkî li ser Efrîn tê kirin wekî tevger lê ku mirov di warê siyasî, aborî bigre dest li pêşiya hêzên mezin ku bûne asteng li pêşiya çareserkirina pirsgirêka û bûne sedem ku alozî li ortê tê jiyan kirin çi bi tewazonatê wan yan bi berjewendiyê wan ve girêdaye.”
Abdulla, Êrîşên ku li ser Efrînê wek komployek bi nav kir û wiha axifî: “Efrîn ku em ji bo Tirkan bigre dest tê de berjewendiyên xwe dibîne û dixwazê li wir desthiladariya xwe bide çêkirin hem jî dawî li tekoşîna gelê kurd bîne. Ev êrîşa ku li ser Efrîn wek qomployek navnetewî mirov bigre dest hem ji bo Rojava, Sûriyê û gelê wê. Tiştê ku balkêş e hevkarîn wî di van qetlîaman hêzên navnetewî bi xwe ye. Ru reşiya van hêzan îro di Efrîn de diyar bû. Hem saziyên mafên mirovan bûnê ji bo berjewendiyên sîstemên desthiladar ji ber ku gelan pê dixapînen. Demokrasî û mafê gelan ji wan re bûn çîrok.”
Abdulla, bal kişand ser ev 7 sal e şerekî li van axana heye û bi van êrîşan dewleta Tirk a dagirker dixwaze hê kurtir bike ev.
Abdulla, got ku dewleta Tirk a dagirker bi van listokên xwe yê sînor parastinê filan nikare kesî bixapîne û bêje ez sînorê xwe diparêzim ji ber ku sed sal berê Îskenderon ber çave û îro dixwaze li Efrîn vê bide meşandin û bi van jî dixwaze demografiya herêmê biguherîne.
Abdulla, “Bila her kes vê bizanibe ku Efrîn ji bo me meseleyek cografîk nîne. Efrîn ji xwe bi ser ketiye tu carî gel tune nabin. Bi sed salan em gelê kurd bê axen lê nikarin rihê me bikujin nikarin nefesa me bigirin nikarin aqilê me tune bikin em her tim li ser niganin û şoreşan çidikin” û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Di şoreşan de zigzak hene ji bo hinek bûyeran dem gereke. Dewleta Tirk a dagirker û hem terorîstên ku girêdayî wî îro bi hêza xwe êrîşî li ser Efrîn dike lê gelê Efrîn dihundirê navenda Efrîn de li ber xwe dide ev jî tenê tiştekî îfade dike nemir bûyîna berxwedana gelê Efrînê nemir bûyîna berxwedana serdemê.”
Evdilla, nîşanda ku, Rûsiya agir berdaye Sûriye bi êrîşên Tirkan û koalîsyon jî mize dike, “Navendên nû îro ji terorîzmê re tên çikirin. DAİŞ ber bi sikrata mirinê ve diçe lê îro dewlata Tirk a dagirker rih dide û cîh jê re çidike. Erdogan şoreşa gelê ereb vala derdixe û ew ciwanên ku bi navê şoreşgeran derketin ku bi rastî jî bi rihekî welatparêzî derketin xwestin gelê xwe biparêzen xwestin sîstemek nû bidin ava kirin. Tirkan ew kirin xencera îxanetê di pişta gelên wan de. Ew ciwan anîn û kirin asta ku bibin terorîst û êrîşî dê û bavê xwe bikin” piştî wî axaftina xwe wiha bilêv kir: “Yekemîn kesê ku şehîd ket yekemîn zarokê ku li Efrîn li qampa rûbar şehîd ket navê xwe îlhîa bû. Ev pirsekî ji mirovên îlhîa dikim gelo dewleta Tirk a dagirker çend mirovên îlhîa xapan dine. Gelê ereb jî pêwîste vê pirsê ji xwe bipirse. Heqsiziya herî mezin Erdogan li gelê ereb kir. Bila gelê ereb nekeve lîstêka Erdogan.”
Abdulla, di rewşa heyî de bal kişand ser pêwistî ciwanan. Evdilla di berxwedana serdemê de di derbarê rol û mîsyona ciwanan de wiha bahs kir û ji bo ciwan çawa berê xwe dan Kobanê bang kir ku berê xwe bidin Efrinê jî: “Efrîn di berxwedaniya serdemê de ciwan bûn xwedî rol û mîsyonekî herî mezini.YPG û YPJ hemû ciwanên. Her ciwanekî tekoşîna ku îro di Efrîn de dike di berxwedana serdemê de dike di qada xwe parastinê de tekoşîna Avesta ne gerek her ciwanek bigihêje wê astê her ciwanek di şexsê xwe de seferberiyekê bide çêkirin. Çi di qada parastinê de be ku tevlîbûna xwe bide çêkirin û çi di qada çalakiyê de be ku bibe xwedî hebûn.
Îro ji hemû deman zêdetir pêwistî bi ciwanan heye. Îro ev êrîşa ku li ser Efrîn tê kirin pewîste her ciwanek bizanibe ku li ser netewa kurd e. Gereke çawa ciwan ji bo Kobanê heriqîn ku hinek ciwan şehîd ketin bile heta aniha nasname ya wan ne diyare gerek îro ji ew tişt, were pêşxistin û her ciwan bi heriqîn ber bi qada berxedaniya serdemê qada Efrîn ê.
Îro dem dema şerefê ye dema namusê ye dema şoreşgertîyê ye dema ku em vê ji xwe re bêjin em ê serkeftî bimînen û ev beriya her tiştî meseleyeta ciwana ye.
Ji bo ciwanên ereb jî ez dixwazim bêjim gereke ew jî bibin xwedî helwest di vir de. Çawa ku em Reqa, Minbicê, Tebqa, Kobanê û Cizîrê ne gereke em parêzvaniya xwe di wê qadêde bidin diyar kirin û gerek ciwanên ereb vê bizanibin ev êrîş li ser gelê ereb bi xwe ye. Çawa Erdogan di Babê de çanda Ereba qîr kir û ya Tirkan li pêşxit Erdogan here vî tiştî bike wê berê xwe bide her derê û Sûriyê parçe dike. Ji bo na wê çawa şoreşa gelan gihişte zirvê û di Efrîn de îfade wê pir zelal kir gereke ciwanên Sûriye vê yekîtiyê di vê zirvê de bidin nîşandan û berpirsiyartiya li hember Efrîn bidin raber kirin. Her ciwanek pêwîste xwedî hêz be. Bi pêşxistina vî fikrî hem jî bi pêkanîna vî fikrî û ev jî îro gerek di Efrîn de xwe bide nîşandan.Ji bo hêzên şoreşger yê cîhanê di tekoşîna Bakûrê Sûriyê de bi dehan ciwanên enternasîonal yê şoreşger berê xwe dan vê qadê û mil bi mil bi ciwanên herêmê tekoşînek dan meşandin û gelek ji wan ciwanan şehîd ketin. Xwesteka wan ewe ku mafê gelan bi parêzin û bi dehan ji wan gutin eger em şehîd ketin me li ser vê axê veşêrin ji bo wê ez di bêjim gerek hemû ciwanên şoreşger yê cîhanê zeviya enternasîonalîzmê zeviya şoreşgertî bibînen û berê xwe bidin vê qadê.”