Tevî hemû astengiyên hêzên ewlekariyê yên bajarê Hewlêrê jî xwepêşandana li dijî siyaseta mûçe ya Hikûmeta Herêmê berdewame û Hewlêrî bi dirûşma ew ji Hikûmeta Herêmê bêzarin çalakiyên nerazîbûnê lidar dixin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ev sê roje mamoste û karmendên Hewlêrê tevî hemû astengiyên hêzên ewlekariyê yê bajêr jî bi armanca bidesxistina mafên xwe serê vê sibê carek din, li Parka Şanedar ya bajêr kom bûn û bi dirûşmên xelk ji hikûmetê bêzare xwepêşandeneke girseyî lidarxistin.
Ji bo xwepêşandanên bi armanca daxwaza mafê xwe li Hewlêrê pêk neyê jî hêzên ewlekariya Hewlêrê gelek tedbîrên tund li Hewlêrê girtin û destûrê nadin ku ragihandin van xwepêşandanên rewa yên kedkaran bişopînin.
Yek ji organîzatorê van xwepêşandanên Hewlêrê Hîwa Omer ji ajansa roj news re ragihand ku heya dawî li vê bê edaletiyê neyê ewê dest ji daxwaz û çalakiyên xwe bernedin.
Ev sê roje li seranserê bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê Mamoste, karmend, kedkarên tendûristiyê, xwendekar bi piştgiriya welatiyên herêmê çalakiyên nerazîbûnê li dijî sîstema paşdexistina mûçeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çalakiyê de ne û li gelek cihan dibistan û cihên kar û nexweşxane hatine boykot kirin.