Li Tirkiyê faşîzma dewletê, polîsan bi ser Navenda Îdareyê û çapxaneya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya li Beyoglu ya Stenbolê de girtin û qeyûm hate tayîn kirin.
Qeyûm tayînî çapxane û navenda îdarî kirin
Rayedarên TMSF’ê ji parêzeran re gotin qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya di bin baneya Şîrketa Weşana Çapemeniya Engîn (Engin Basin Yayin San. Tic. Ltd. Şti) û çapxaneya Gun ya di bin baneya Şîrketa Reklamê ya Gun (Gun Matbaacilik Reklam Film Basın Yayın Tanıtım San. Tic. Şti) xebatê dike, kirine. Rayedarên TMSF’ê diyar kirin ku dê der barê tayînkirina qeyûmê de tu agahî nedin û dikarin biçin ji TMSF’ê agahî bistînin.
Hat zanîn ku ji TMSF’ê rayedarek wekî qeyûm hatiye tayînkirin û şandine rojnameyê û çapxaneyê. Hat zanîn ku hin xebatkarên çapxaneyê û hin xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin. Lê navê wan nehat zanîn.