Rêxistina Ciwanên Partiya Karkerên Sosyal û demokrat ya swêdî SSÛ ya ku şirîkê hikumetê ye dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Giştî yê SSÛ’yê Phîlîp Bostrom daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê li dijî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Bostrom got ku, “Bi sed hezaran mirovan ji neçarî axa xwe terikandine û 280 kesên sivîl hatine qetilkirin.”
Bostrom di daxuyaniyê de bal kişand ser vî tiştî ku êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got, “Divê êdî civaka navneteweyî êrîşên Erdogan şermezar bike û ji Tirkiyeyê hesab bixwazin.”