Parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin, cara 742’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Raziye Turgut ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, cara 742’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve daxwaza hevdîtina parêzeran 741 care bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabeye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL’ê” hatin redkirin.