Li navçeya Hezro ya Amedê, di operasyona gerîlayên HPGʹê ya li dijî artêşa Tirk de şer derket. Li gorî medya Tirk herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li nêzî gundê Merenî yê 15 kîlometre dûrî navçeya hezro ya Amedê şer qewimî û
maşîneya zirxî rastî êrîşê gerîlayên HPGʹêhat.
Di çalakiya gêrîlayên HPGʹê ya li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa Tirk de hate kirin, li gorî medya Tirk 6 leşker birîndar bûn û rewşa yekî ji wan giran e.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Amedê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şer hê daxuyanî nedaye.