Li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehba Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîne û Rêveberiya Kampa Berxwedan têkildarî parastina gelê Efrîne daxuyanî dan raya giştî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rêveberiya Kampê Nûrşan Hisên ve û bi zimanê Erebî ji aliyê berpirsa arşîva Kampa Berxwedan Cîhan Mihemed ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
˝Piştî hevpeymana di navbera dewleta Tirk a faşist û Rûsyayê berjewendî pererst de û bi alîkariya çeteyên girêdayî DAIŞ`ê, El-Qaîde û çeteyên dîtir ên qaşo muxalefeta Sûrî ne û tevî bêdengiay cîhanê, kantona Efrîne li ber çavên dunyayê hat dagirkirin û bi sed hezaran mirovên sivîl ji xaka xwe hatin koçkirin û di rewşeke mirovî herî zehmet de hatin hiştin. Kesên ku nav li xwe dikin Artêşa Azad li Efrîne kiryarên talankirin, dizîn, gefxwarin û desteserkirina mal û mulkên hemwelatiyan pêktînin û her kesê ku serî li ber wan natewîne dikujin. Dewleta Tirk a dagirker û toranî jî bi riya van çeteyan dixwaze sîstemeke xwe ya li ser bingeha guhertina demografîk li Efrîne ava bike û bi awayekî ne rewa desthildariya xwe li ser xaka Sûriyê û gelê Efrîne feriz bike.
Gelê Efrîne yê berxwedêr piştî ku 58 rojan li hember balafirên şer ên NATO`yê û her cure çekên giran bi lehengî li ber xwe da û bi kumkujiyên trajedîk û wehşî re rû bi rû ma û herî dawî ji bo parastina xwe bi sed hezaran koçî herêma Şehbayê û bi deh hezaran jî koçî Nubul û Zehrayê bûn. Lê belê ev gel hîna jî biryara berxwedaniya xwe nedaye paş û li ser şopa şehîdên xwe bi hêvî û israra vegera Efrîne û rizgarkirina welatê xwe di rewşeke herî kambax û di bin xeteriya êrîşên din de jiyaneke ne ewle dijî û li ber xwe dide.
Li ser vê bingehê em wek Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîne û niştecihên kampa Berxwedan bang li raya giştî û Netewên Yekbûyî dikin ku dawî li bêdengiya navdewletî bînin û terora AKP, MGP û çeteyên wê ya li Efrîne tê meşandin bibînin û bi awayekî lezgîn gerantiya vegera Efrîne û gerantiya ewlekariyê û parastina ji komkujiyên bidin, xwedî li gelê Efrîne yê penaber derkevin û alîkariya mirovî wek berpirsyariya exlaqî û însanî ji bo gelê me bikin. Her wiha banga me ji bo sazî û rêxistinên mafên mirovan û bijîşkên sînor nenas re heye ku werin û rewşa tendirûstî ya hezaran sivîlên Efrîne di cih de bibînin û bi erka xwe ya mirovî rabin.