Şêniyên Efrînê ku li kampa Berxwedan dimînin alîkariya hêzên Rûsyayê redkirin û gotin:˝Rûsya sedema ketina me ya vê rewşê ye˝.
NAVENDA NÛÇEYAN – Şêniyên Efrîne li hemberî Rûsya, ya ku bû sedema dagirkirina Efrîne helwesta xwe diyar kirin û alîkariya wan redkirin.
Hêzên Rûsyayê duh bi cilên xwe yên leşkerî di bin navê alîkarîyê li ser şêniyên kampê belavbikin, berê xwe dabûn kampa Berxwedan. Şêniyên Efrînê li hemberî hêzên Rûsyayê helwestê xwe diyar kirin û alîkariya wan redikin.
Yek ji welatiyên Efrînê Yasemîn Alî helwesta xwe li hemberî Rûsya wiha anî ziman:˝ Rûsya di bin navê alîkariyê bi me re dike, xwest ji cîhanê re bibêje ku ew alîkariya gelê Efrîn dike. Rastî berovajî vê yekê ye. Rûsya bû sedema ku em ketin vê rewşê de û em neçar man ku ji xaka xwe derbikevin. Ji ber vê jî em alîkariya Rûsyayê redikin˝.
Di heman çarçowê de welatiyê bi navê Mihemed Bazko jî wiha axivî:˝ Rûsya dixwaze gelê Efrîne bikişîne aliyê xwe. Lê ew nikare bi hinek alîkariyê me bixapîne. Em alîkariya Rûsya naxwazin. Em Efrîna xwe dixwazin˝.
Her wiha welatiya bi navê Hediye Şewket Alî jî got:˝ Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî me kir, Rûsya bêdeng ma. Tenê bêdeng jî nema ji tirkiyê re bû alîkar. Niha jî wê alîkarî bide me. Pêdiviya me bi alîkariya Rûsya nîne. Em soz didin ku warê xwe rizgar bikin û vegerin ser xaka xwe˝.
Fatma Hesen Ehmed jî bi vê pirsê destbi axavtina xwe kir: ˝Dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê sivîlên Efrîne qetildikirin, Rûsya li kudere bû. Çima piştevanî da Tirkiyê?˝ û got:˝ Em alîkariya kesî naxwazin. Bila hêzên dagirker ji warê me derbikevin.˝