Birayê rêberê gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, rapora CPT ya têkildarê rewşa Rêber Ocalan ku 2 sal şûnde aşkere kir rexne kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Mehmet Ocalan ji bo rapora têkildarê rewşa Rêber Ocalan wiha got: “Rapor hem kêm e û hem pir dereng aşkere kir. “CPT ger ku bixwaze dikare îro rêya hevdîtinê li pêşiya me veke. Bi minasebeta rojbûyan Ocalan em bang li her kesî dikin ku di 4’e Nîsanê de bên Amarayê.”
Parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha tevî hemû serlêdanan nikarin biçin Îmraliyê. Dîsa malbata Ocalan jî 18 mehin nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Heyeta Îmraliyê jî ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha nêzî 3 salin nikarin biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. 18 mehin bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Heyeta Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT), herî dawî di Nîsana 2016’an de bi Ocalan re hevdîtin kirin. CPT, piştî hevdîtin kirin 2 sal şûnde di 20’ê Adarê de rapora der barê Îmraliyê û Ocalan de aşkere kir. Heyetê di raporê de îdîa kir ku rewşa fîzîkî û tenduristiya Ocalan baş e. Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan bertek nîşanî helwesta CPT da û anî ziman ku ev rapor têr nake û pir dereng hatiye aşkerekirin. Mehmet Ocalan, anî ziman ku birayê wî Ocalan 5 salin birayê xwe re, 3 salin bi heyetê re û 2 salin bi malbatê re nikare hevditinê bike û bi tu awayî nikarin agahiyê jê bistînin. Mehmet Ocalan da zanîn ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê berî her tiştî CPT berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ocalan, da zanîn ku bi her awayî di pêvajoyek hesas re derbas dibin û wiha got: “Rapora CPT me îkna nake û têr nake. Rastiya wê tune ye. CPT berpirsiyariya xwe pêk naîne. Rapora 2 sal berê niha aşkere dike. Di nava 2 salan de gelek tişt tê guhertin. CPT divê demek berî demekê berpirsiyariya xwe pêk bîne. Weki malbatê em herî dawî 18 meh berê çûn Îmraliyê. Ji wê demê û şunde li wir çi dibe çi nabe em nizanin. Birayê me Ocalan dijî yan najî em qet nizanin. Ev neheqî nayê qebûlkirin. Pergal mafê me binpê dike. Em vî mafê xwe yê demokratîk û zagonî hem ji dewletê dixwazin û hem jî CPT dixwazin. Astengiyên li pêş hevdîtina me binpêkirina mafan ên pir giran in.”
‘RÊYA ÎMRALIYÊ LI ME VEKIN’
Mehmet Ocalan, tecrîda li ser Ocalan jî rexne kir û xwest demek berî demekê rêya Îmraliyê li malbatê vekin û wiha berdewam kir: “Birayê min bi destê dewletên navneteweyî dîl hat girtin û teslîmî Tirkiye hat kirin. Wê demê divê dewletên navneteweyî mafê me yê hevdîtinê bide me. Dewletên navneteweyî berpirsiyarê tercrîdê û ewlehiya birayê min Ocalan in. Em bang li wan dikin ku erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. We bi kijan şertan teslîmî vir kir. Çima mafê hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Ez bang li hemû parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û demokratan dikim. Ev ne tenê berpirsiyariya malbatê ye. Ev berpirsiyariya hemû parazvanên mafên mirovan, rewşenbir û demokratan e. Bila nivîskar rastiyan binivîsin. Em dixwazin demek berî demekê deriyê Îmraliyê li me vekin. Em dixwazin her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ger ku CPT bixwaze dikare niha deriyê Îmraliyê veke. Lê erk û berpirsiyariya xwe nîne.
‘MIFTA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’
Mehmet Ocalan bal kişand ser şerê li Tirkiye û Rojava û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Hem li Rojava û hem jî li Tirkiye ji ber şerê heyî mirov tên kuştin. Bila kes ji ber kuştina mirovan kefa xwe nîne. Kuştin tişteki xerab e. Kî dibe bila bibe bi kuştinê pirsgirêk çareser nabe. Li vir pirsgirêka kurd heye. Divê rayedar vê pirsgirêkê qebûl bikin. Divê ev pirsgirêk çareser bibe. Mifteya çareseriyê Îmralî ye. Di destê Serok de ye. Serok dikare rêya çareseriyê bibîne. Hevdîtin ne tenê mafê malbatê ye. Mafê hemû gelan e. Divê li gorî vî esasî nêzî mafê Ocalan bibin. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê deriyê Îmraliyê li gel vekin.”
DI 4’Ê NÎSANÊ DE HER KES VEXWENDIN AMARA
Mehmet Ocalan, herî dawî bi minasebeta 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê gelan Abdullah Ocalan her kes di 4’ê Nîsanê re vexwendin Amara û wiha got: “Em ji bo 69’emîn salvegera Rojbûna Ocalan amadekariyan dikin. Em bang li her kesî dikin ku di 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Serok de tev li rojbûnê bibin. Her kes wê rojê mêvanê Amara ne. Em hemû dost, heval û xoşevîstên Ocalan daweti rojbûnê dikin.”