Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyek hevpar weşandin û gotin di 3’yê Nîsanê de dê li Amarayê bin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya TJA, KCD û DBP’ê wiha ye:
“Em di pêvajoyek gelekî zehmet de ne ku li seranserê Rojhilata Navîn rê li ber guherîn û veguherîna dîrokî vedike.
Di vê pêvajoyê de Rojhilata Navîn jinû ve tê sererastkirin. Rola Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelan di vê pêvajoyê de diyarkerin. Di dîrokeke wisa girîng de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgma xwe her tim rê nîşanî pêvajoyê da. Roja îro weke şewqekê rêya me ronî dike û rê nîşanî me dide.
Di 4’ê Nîsan 2018’an de em ê 69’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin. Em vê rojê di serî de li gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Rojbûna Birêz Ocalan ku bûye çavkaniya hemû nirxên demokrasî, azadî, biratî, aştî, wekhevî, edalet û azadiya jinan û hêviya jiyanê, ji hêla gelên Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn ve, her kesên pêşketî, welatparêz, hêzên dînamîkê yên demokrasî û azadiyê ve bi coş, moraleke bilind û ruhê têkoşîneke bêhempa tê pêşwazî kirin.
Birêz Ocalan bi şahidiya mirovahiyê ev 19 sal in di bin tecrîda girankirî de ye. Li gel hemû şert û mercên dijwar û tecrîda girankirî Berxwedana Serdemê dimeşîne û bi pêşxistina paradîgmaya demorkatîk ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî û ronahiyek. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê. Ev tê wateya tecrîdkirina vîna wan a azad jî.Gelên Kurdistanê bi hişmendiya ku azadiya Birêz Ocalan azadiya wan e tevdigerin. Azadkirina Birêz Ocalan wekî sedema hebûn û jiyana xwe dibîne û vê yekê kiriye navenda têkoşîna xwe.
Em careke din bang li hemû gelên Kurdistanê, mirovên pêşketî dikin ku têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan dane meşandin bilintir bikin. Em rojbûna Birêz Ocalan bi coş, moraleke bilind û ruhê têkoşînê pîroz dikin.”