Ciwanan ê Partiya Karkera a Swîsreyê ji bo Efrînê banga piştevaniyê kirin û gotin, Li dijî şerê emperyalîst, em piştevaniya bi Efrînê re mezin bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Baskê Ciwanan (Jeunes POP) ê Partiya Karker a Swîsreyê (POP), piştgirî dan Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.
Ciwan li bajarê Lozan ê Swîsreyê di konferanseke li ser hêza medyayê hatin cem hev. Yek ji rojevên girîng ên ciwanan, berxwedana Efrînê bû.
Ciwan piştî konferansê li pişt pankarta bi nivîsa “Defend Efrîn” (Efrînê biparêze” li hev civiyan û peyama piştgiriyê da gelê Efrînê.
Ciwanan destnîşan kirin ku wê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ti carî qebûl nekin û têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînin.
Ciwanên POP’ê bi rêya medya civakî jî peyam weşandin û gotin, “Li dijî şerê emperyalîst, em piştevaniya bi Efrînê re mezin bikin.”