Li goristana şehîdan a bajarê Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Riyad Çopan bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin.
Kobanê- Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê pakrewanên azadiyê destpêkir, bi wê ve girêdayî merasîmeke leşkerî ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin û Yekîneyên Parastina Gel YPJ û YPG’ê hate lidarxistin.
Piştre li ser navê YPG’ê Berxwedan Kobanê û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê Ehmed Şêxo axivîn û bal kişandin li ser girîngiya rola şeîhdan di avakirina civak û jiyana azad de.
Piştre wesîqeya şehîd Riyad Çopan hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.