Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan a li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Di 29’ê Adarê de saet di 13.30’an de hêzên me di navbera Hezroya Amedê û benda kontrolê ya Hordofê li dijî wesayîteke leşkerî ya Kobra ya artêşa Tirk a dagirker ji nêz ve çalakiyek li dar xistiye. Ev wesayît şewitiye û bi teqandina cebilxaneya hundirê wê re ev wesayît bi temamî îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 leşkerên dijmin mirine.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û wesayîtên hewayî yên bêmirov li qadê operasyonek daye destpêkirin. Di heman rojê de artêşa Tirk a dagirker qada gundê Meraniyê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de hevalên me Têkoşer û Akîf şehîd bûne û hevalê me Rêber jî birîndar bûye. Hevalê me Rêber ji bo ku bi birîndarî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe teqandiye. Di vê operasyonê de ya ku 3 rojan domiya, artêşa Tirk a dagirker rêya Hezro-Pasûrê girtiye û enkaza vê wesayîta xwe jî bi vîncê ji qadê rakiriye. Ev operasyon di 1’ê Nîsanê bi paş ve hatiye kişandin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye;
Nasnav: Akîf Bagok Nav û Paşnav: Diyar Gumuşay Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik – Bav: Mehdiye – Mîrza Cih û Dema Şehadetê: Amed / 29’ê Adar 2018 |
|
Nasnav: Rêber Andok Nav û Paşnav: Ali Tekîn Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik – Bav: Emo – Sabrî Cih û Dema Şehadetê: Amed / 29’ê Adar 2018 |
|
Nasnav: Tekoşer Cûdî Nav û Paşnav: Idrîs Ûzkaş Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Kerîme – Habîp Cih û Dema Şehadetê: Amed/ 29’ê Adar 2018 |
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Di 1’ê Nîsanê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê çarçoveyê de;
Saet di navbera 18.30-21.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Dola Bedrana ya Qendîlê û Şehîdgeha Şehîd Harûn bomberdûman kiriye.
Dîsa saet di navbera 19.30-20.00’an de balefirên şer Gêdûka Arê, Pira Lolanê, Pira Şehîd Bêrîtan û Pira Xakurkê ya herêma Xakurkê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê bax û baxçeyê gel zirar dîtine.