Bi tevlîbûna sedan ciwanên xwendekar tevgera xwendekarên demokratîk li taxa Nasra ya bajarê Hesekê navenda xwe ya bi navê “navenda şehîd Hogir” vekir .
HESEKÊ – Tevgera Xwendekarên Demokratîk û bi tevlîbûna sedan ciwanên xwendekar ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suriyan û şandeya TEV-DEM’ê navenda xwe ya bi navê “navenda şehîd Hogir”vekirin.
Piştî deqeyek rêz girtin li ser rihê şehîdên azadiyê axaftin hatin gotin.
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Canda Remo her wha li ser navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Newroz Remê û EndamaYekîtiya Ciwanên Suriyan a Pêşverû Teleb Ferec axivîn û vekirina navendê li hemû xwendekaran pîroz kirin û wha gotin: Pêwîste hemû xwendekar di belavkirina fikrên azadî û demokratîk de erka xwe pêk bînin. Vekirina navendê wê bibe çavkaniya pêşxistina hişmendiya hemû xwendekaran.
Piştî axaftinan dayika şehîd Hoger deriyê navendê vekir.