Xwendekarên Bogzîçiyê, berî hevalên wan ên binçavkirî sewqî dozger bên kirin, li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran, xwestin hevalên wan ên ji aliyê Erdogan ve hedef hatin nîşandan, berdin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser navê malbat û xwendekarên zanîngehê, xwendekara Zanîngeha Bogazîçî Tîlbe Akan daxuyanî da û wiha axivî: “Hemû xwendekarên mûxalîf û hindekarên piştgiriyê didin wan ên Zanîngeha Bogazîçî di hedefa desthilatdariyê dene. Destpêkê li dijî ODTU, zanîngehên Stenbol û Eneqerê operasyon pêk anîn. Vê carê jî destên xwe dirêjî Zanîngeha Bogazîçî kirin. Desthilatdarî mafê me yê xwendinê dike mijara gotinê. Erdogan êrîşî hemû beşên mûxalîf dike. Lê zanîngeh dê ramanên xwe yên azad tim biparêze.
Hêjaye gotinê ku Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 15 xwendekarên di 19’ê Adarê de li dijî belavkirina “Loqima Afrînê” derketin û gotin “Loqima komkujiyê tuneye” û dûre Serokê Giştî yê AKP’ê Teyyîp Erdogan bi gotina ‘Emê wan nedin xwendin” fermana binçavkirinê da.