Li gondê Hemze Beg a giredayi Derikê ji rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat pirozkirin. di pirozbahiyêde gelek peyam hatin dayîn.
DÊRIKÊ – Pirozbahiya 4’ê nisanê li gondê Hemze Beg a geridayi bajarê Dêrikê ji hat pirozkirin. pirozbahi bi tevlîbuna şêniyên derik û gundên derdorê wê hat pîrozkirin. Di despêka pirozbahiyê de ji bo rasthatina rojbûna Rêber APO gelêk dar hatin çandin û pirozbahî bi tevlîbuna hezaran şêniyên dêrikê despêkir.
Pîştî deqeyek rêz girtin li ser rihê şerîdan Hacer Zagros axivî .
Zagros balkişand liser rojbûna Rêber APO û wiha got: Rojbûna Rêber APO rojbûna tevahî mirovahiyê ye. rojbûna tevahi jin’ ciwan û insanyetiyê ye bi saya rojbûna Rêber APO tevayî gelên bindest û azadi xwaz ji xew şiyar bûn û xwe naskirin. niha bi saya Rêber APO jin bune xwedi maf bi ordiyan şervanên jin yên ji hemu netewan pektê çebune li Rojava û seranserî kurdistanê.Jibo tekoşîn û nasnameya xweya azad şerdike.
Ji bo wê divê bi taybet em wek jin û ciwan xwedi li serokatiya xwe derbikevin ji bo azadiya serokatiya xwe şerbikin diyare heyani serokatiya me azad nebe em azad nabin.
Zagros di berdewamiya axaftina xwe de balkişand liser berxwedana serdemê û berxwedana tevayi gelê kurd silafkir Bila hemu dinya baş bizane em wek gelê Rojavayê kurdistanê û gelê bakurê surye heyanî keliya dawiyê emê ji bo azadi û tekoşina xwe şerbikin emê wek jin û ciwan pêşenktiya vê şoreşê bikin jiber ku ev şoreş şoreşa tevahi gelane.ji bo wê çendeji wê ev şoreş bi azadiya Reber APO bibe şoreşa gelan û wê biserbikeve.
Zagros di dawiya axaftina xwe de cardin rojbûna Rêber APO pirozkir û ev rojbûn li tevahî gelên azadîxwaz û tevahî jin’ ciwan dayik û baven şehîdan pîroz kir.
Her wiha hevserokê fedirasyona bakurê surye Mansor Selûm jî axivi.
Selûm jî rojbûna Rêber APO pirozkir û got ger em vê rojê hemu gelên rojava û bakurê surye em bihevre jiyan dikin û ji bo azadiya xwe şerdikin bi saya Rêber APO ye û tekoşîna wî ye bisaya berxwedana Rêber APO me xwe naskir Rêber APO netenê Rêberê gelê kurde di heman demê de Rêberê tevahî mirovahî û gelên Azadî xwaze wek çawa em niha bûne xwediyê ordiyan ordiyek ji hemu netewan pektê û hemu netew cihê xwe di nava vê ordiyê de digre bisaya Rêber APO û felsefeya wî ye. ji bo wê çende jî ez dîsan dûbare rojbûna Rêber APO wek rojbûna tevahî insaniyetê û havaye mirovahiyê dibinim jibona ku bi rasthatina rojbûna Rêber APO tevahî gelên rojhilata navîn xwe naskirin û ji bo azadiya xwe têdikoşin.
Di dawiya pirozbahiyê de koma Cudî û koma koçeran sitran gotin û girse govend girt û pirozbahî liwir bi dawî hat.