Fikir û felsefeya rêberê gelan Abdullah Ocalan azadî û demokrasî û jiyana wek hev derxist holê her wiha derewên dewletên diktator û desthiladar da xûiyanêkirin.
DÊRIK – Di roja 4’ê nîsana 1949 an de roja rojbûna rêber Ocalan bû rojbûna azadiyê. Bi bûneya rojbûna rêberê Gelan Abdullah Ocalan ajansa me ya Nûçe Ciwan bi Jinên Ciwan yê enternasyonal re rêportaj derbarê vê rojê de girt .
Jina Ciwan a Ispanyol ya binavê Gûelan wiha got: Di serî de ez vê rojê li rêber Ocalan û gelê kurd her wiha hemû jinên cîhanê gelên azadî xwaz re pîroz dikim.
Îro em li Rojavayê kurdistanê rojbûna serok APO pîroz dikin ne tiştekî hindike.
Rojbûna serokatî ne rojbûna kesayetekî ye. Jiber ku berî serokatî gele kurd xwe nasnekiribû. Ne tene gele kurd hemû mirovahiyê. Jiber ku bi fiker û felsefa serokatî hemû sîstemên desthiladar hatin deşîfre kirin û cîhan bi taybet jin ji nûde da jiyankirin.
Gûelan di deuamiya axaftina xwe de wiha dibêje: Çara yekem di dîrokê de jin roleke girin dibîne ewjî bi felsefa serokatî ye jiber ku bê azadiya jinê azadiya civakê ne momkine. Jiber wê rojbûna serokatî ji bo me pir giringe.
Gûelan da diyar kirin ku îro li Rojava hemû dewletên cîhanê le hember me şer dikin lê li hember wê berxedaniyek pir mezin heye jiber ku îdyolociyek û felsefeyek xwert heye her wiha bi saya hevalên me yê şehîd ku xwîna xw dane.
Gûelan di dauiya axaftin xwe de got ku ev berxwedana ku tê kirin berdewamiya berxwedana îmralî ye. Wek ku tê zanîn serokatî di tecrîdek pir giran re derbast dibe.
Emê bi tekoşîna xwe rêber APO azad bikin û tola hemû hevalên şehîd rakin.
Her wiha Jina Ciwan a Îtaly ya bi navê Şîlan wiha got: hatina min li Rojava ji bo ku ez tevlî YPJ’e bibim. Jiber ku şoreşa rojava Bakurê surye şoreşa jinê ye û ne tenê jinên kurd û bakurê suryê ev şoreşa jinên hemî cîhanê ye.
Şîlan axaftin xwe berdewam kir û got: pîrozkirina rojbûna serokatî pîrozkirina jiyanê ye.
Qonaxa ku em têde qonaxek pir giringê jiber ku berxwedana serdemê ‘berxwedana Rojava berxwedana hemû gelanê û şoreşa rojava şoreşa jinê ye.
Şîlan axaftina xwe wiha bi dauî kir: ez wek şervanek YPJ’ê wek jinek enternasîonal tevlîbuna min nav şoreşa rojava jibomin giring bo jiber ku ev şoreş şoreşa jinê ye.