Hêzên îranî li sînorê Germiyanê bi çekan êrişî du ciwanên kurd kir, di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor zanyariyên berdest, leşkerên îranî li herêma Germiyanê bi çekên lûledirêj êrişî du ciwanên silêmaniyeyî kir. Di encama êrişa çekdarî de ciwanekî kurd jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Ciwanê birîndar ji aliyê hêzên ewlehî yên îranî ve hat binçavkirin.
Malbata ciwanê ku di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest daye di axaftina xwe ya çapemeniyeke herêmê de ragihandin ku ciwanên kurd li herêma Germiyanê rastî êrişa çekdarî ya hêzên îranî hatin û di encama êrişê de ciwanê 30 salî yê bi navê Biyako jiyana xwe ji dest da û hevalê wî jî bi giranî birîndar dibe. Li gor daxuyaniya malbatê ciwanê birîndar ji aliyê hêzên ewlehî yên îranî ve hat binçavkirin û birin bajarê Sepêlê.”
Li gor agahiyan herdu ciwanên ku rastî êrişa hêzên îranî hatine li nifusa navçeya Kelat a Silêmaniyê qeydkirîne, lê niştecihê bajarokê Meydan ê herêma Germiyanê ku dikeve sînorê Îranê ne. Hê jî nayê zanîn bê çima herdu ciwanên kurd rastî êrişa çekdarî ya hêzên îranî hatine.