Hat ragihandin ku leşkerên îsraîlî li bajarê El Xelîl ê Şeriaya Rojava bi zanebûn ciwanê filistînî bi wesayîta zirxî perçiqand.
NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînatorê Komîteyên Berxwedana Gel ê El Xelîlê Ratib el-Cubur di axaftina xwe de ragihand ku leşkerên îsraîlî li bajarokê Yatta yê El Xelîlê ciwanê filistînî yê 17 salî bi navê Nasir Abdurabbu bi wesayîta zirxî perçiqand.
Ratin el-Cubur di berdewamiya axaftina xwe de got: “Nasir Abdurabbu bi motorsikletê di rêya xwe de dimeşiya, lê leşkerên îsraîlî bera wî dan wesayîta zirxî ku nêzî wî bû lê qelibî û bi ser laşe wî de derbas bû.”
El-Cubur di dirêjiya axaftina xwe de got: “Leşkerên îsraîlî ciwanê filistînî li kêleka rê bi awayekî birîndar hiştin û reviyan. Di laşê Abdurabbu de gelek cihên şikestî û birîn çêbûn û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.”