Li Tirkiya yê herî kêm 70 hezar xwendekar di girtîgehê de ne. Bi yên ku tên darizandin hejmar derdikeve 100 hezar kesî. Yên ku ji girtîgehê derdikevin nikarin li xwendena xw vegerin û jiyana wan ya xwendekariyê bi dawî dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di girtîgehan de herî kêm 70 hezar xwendekar hene. Bi xwendekarên ku bêgirtin tên darizandin hejmar derdikeve 100 hezar kesî. Piştî ku tên serbestberdan jî êdî vegera li xwendinê ne pêkan e. Herî dawî hijmareke xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ji ber nîqaşa Efrînê hatin desteserkirin û şandin girtîgehê.
li gor nûçeya Cumhuriyetê xwendekarên ku tên girtin ewil bi dibistanê re pêwendiyên wan tên birrîn, piştî ku cezayê digrin ji dibistanê tên avêtin. Herwiha kesên tên desteserkirin piranî bi cezayê girtîgehê tên cezakirin û cezayê wan jî herî kêm ji 5 salan destpê dike. Yên ku ji girtîgehê derdikevin jî nikarin li perwerdehiyê vegerin û jiyana wan ya xwendekariyê bi dawî dibe.