Di çarçoveya hemla SERÎ HILDE de Tevgera Ciwanên Kurd li Rosyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Efrîn çalakiyek li dar xisrin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê çalakî pêk hat.
Ciwanan di çalakiya xwe de alên YPG -YPJ, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan û ji bo Efrînê silogan hatin avêtin.
Ciwanên ku li ber Navenda Çanda Kurd a Adigeyê li hev civiyan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan û kiryarên dewleta Tirk ên li derveyî hiqûqê protesto kirin.
Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Kurd a Rûsyayê Silêman Wekîl li qada çalakiyê axivî û got, “Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd dike. Artêşa Tirk a faşîst ku bi ser neket, vê carê êrîş bir ser sivîlan. TC a ku li Bakurê Kurdistanê jin zarok; sivîl kuşt, niha jî li Efrînê êrîşî sivîlan dike.
Dewleta Tirk bi serkêşiya dîktatoriya Erdogan di asta herî bilind de dijminatiyê li Kurdan dike.
Divê gelê me li dijî van êrîşan bibe yek. Em ji tenduristî û ewlekariya Rêberê xwe bi fikar in. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê me sûc e.”
Di dawiya çalakiyê de ciwanan siloganên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” hatin avêtin.