Iro bi hezaran şeniyen bajare Qamışlo ji bo piştgiriya berxwedana serdeme û ji bo şermezarkirina
tecrida liser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan.
QAMIŞLO – Meş ji qada şehid Osman Sebri destpêkir heyanî stada şehiden 12ê adarê.
Meş ji aliye TEV-DEM ve hat organize kirin. Di meşê de posterên Rêber Ocalan wêneyên şehidan alên YPG
YPJ û pankartên” sûnda me emê pergala imraliyê parçe bikin bi Rêber APO re azad bijîn”.”Bimre hêza qomploger”. “bijî Rêber APO”.”Azadiya Rêber APO Azadiya gelane” hatin hildan.
Meş liber Qada şehidên 12ê adarê sekinî. piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê TEV-DEM Feyruşah Resol axivî.
Feyruşah di axaftina xwe de bal kişand liser berxwedana serdeme û komploya liser Rêber Ocalan.
Feryruşah got: wê berxwedana serdemê bi serbikeve û wê ev serekeftin bibe azadiya
Rêber APO. Raste gelê Efrînê koçber bu li ser axa xwe ama wê ticaran Efrîn ji dagirkeran re
nemîne û wê gelê Efrînê vegere ser axa xwe. jiber ku Efrin ax û warê kurda ne.
Feyruşah bal kişand li ser komploya ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan û got,Dixwazin di şexse Rêber APO de tevayî gelê kurd be tehsir û be bandor bikin.Ama dewletên dagirker nizanin Rêber APO Rêberê tevayî însanyetê û
mirovahiyê ye ji bo wê jî hemu insanên azadî xwaz li ser fikir û ramanê Rêber APO Dimeşin.
Feyruşah di dawiya axaftina xwe de got: Em heyanî xwedî Serokek wek Rêber APO bin emê heyanî azadiyê tebikoşin û berxwedana xwe hîn mezintir bikin.
meş bi siloganên “bijî Rêber APO “. “bijî berxwedana serdemê”. ” azadiya Rêber APO azadiya gelan e ” bi dawî bu.