Li herêma Bradost ya ser bi parêzgeha Hewlêrê gerîlayan derbeke din li artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiya bi çekên giran ya li ser Çiyadêl de têgotin ku gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî ku ajansa roj news ragihand û agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmê girtibun duh di saetên piştî nîvro de li bilindahiyên Çiyadêl ku dikeve devera Bradost û ser bi bajarokê Sîdekanê ye gerîlayan bi çekên giran li artêşa Tirk xistin. Di encama çalakiya gerîlayan de gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.
Piştî çalakiya bi çekên giran artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê rakiriye.
Heya niha di vê der barê de ti daxuyaniyek ji aliyê HPG’ê ve ne hatiye dayîn.
Hêjayî bi bîrxistinê ku dewleta Tirk di dawiya meha Adarê de gundên Bermîze û Binewanuk ya ser bi Sîdekanê dagir kiriye û di van rojên dawiyê de jî derketine Çiyadêl.