Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê êrîşên asayîşa PDK ya Başûrê Kurdistanê li dijî sersaxiya Gerîlayê HPG’ê şehîd Demhat Ehmed bi çalakiyekê şermezarkir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi çalakiyekê êrîşa Asayîşa Dihokê ya li dijî sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, şermezar kir. Her wiha daxuyanî jî hat dayîn.
Li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Qendîl Kemal daxuyanî xwend û wiha tê gotin; “Em bejna xwe li ber giyanê pak ê Şehîd Demhat Ehmed de ditewînin. Her wiha em bêrêziya asayîşa Dihokê ya PDK’ê ya li dijî sersaxiya gerîla Demhat qebûl nakîn. Li cihê ku PDK piştgiriya gelê Kurd bike, mixabin piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; “Êdî gelê Kurd ji xiyaneta PDK dike re qebûl nake.”