Gelê Amedê xwest ku Rewşa Awarte ya ku desthilatdariya AKP’ê cara 6’an dirêj kir demil dest bê rakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, desthilatdariya AKP’ê di 20’ê tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir. Desthilatdariyê di 18’ê çileya 2018’an de cara 6’emîn OHAL’ê dirêj kir. Gel û rêxistinên girseya demokratîk li bendê bûn ku OHAL bê rakirin, lê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li Wanê axivî û peyamên dirêjkirina OHAL’ê da. Erdogan gotibû ku eleqeya OHAL’a wan û OHAL’a berê bi hev re nîne.