Malbata Rêberê gelan Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmralî ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin cara 71’emîn serî li serdozgeriyê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji malbata Rêber Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêber Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrasyê dan.
Ji 11’ê Îlona 2016’an heta niha 70 caran serlêdanên malbatan hatin redkirin.
SERLÊDANA PARÊZARAN A 746’EMÎN HAT REDKIRIN
Ji parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan, Nevruz Uysal, Cengîz Yureklî û Raziye Turgut bi armanca bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 746 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê dozger, serlêdana parêzeran red dike.
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 746 care tên redkirin.