Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 10 şervanên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbûn eşkere kir .
NAVENDA NÛÇEYAN – QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;
“Berxwedana şervanên me li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê didome.
Di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê 10 şervanên me şehîd bûn.
Şervanên me di rewşên herî zehmet de li ber xwe didin. Şervanên me bi berxwedaniya xwe careke din teqez kirin ku em ê heta dawiyê li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe bidin û berxwedaniya me hîn jî didome. Baweriya me heye ku xwîna şehîdên me wê bibe çirûska azadiyê û rêya me ronî bike ta ku dagirker ji xaka me derbikevin.
Bi navê QSD`ê û bi ruhê Şehîd Kurdistan û Hemze em hemû her deh şervanên xwe yên ku canê xwe feda kirine û hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û em soz didin ku em ê têkoşîna wan bi serketînê tacîdar bikin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nasnav: Bihar Rojava
Nav û Paşnav: Xunav Mamo
Navê Dayikê: Zelûx
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Burc Heyder 22’ê Adara 2018’an
Nasnav: Dilşêr Efrîn
Nav û Paşnav: Bekir Mustefa
Navê Dayikê: Feyrûz
Navê Bav: Cibraîl
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Burc Heyder 22’ê Adara 2018’an
Nasnav: Dogan Efrîn
Nav û Paşnav: Ocalan Îbrahîm
Navê Dayikê: Remziya
Navê Bav: Ednan
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Burc Heyder 22’ê Adara 2018’an
Nasnav: El-Fîda
Nav û Paşnav: Cemal El-Qida
Navê Dayikê: Zekiya
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Basilê – 14’ê Adara 2018’an
Nasnav: Elî Doçka
Nav û Paşnav: Elî Ebdo
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Mustefa
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Basilê – 14’ê Adara 2018’an
Nasnav: Elîşêr
Nav û Paşnav: Telcî Telcî
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Elî
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Basilê- 14’ê Adara 2018’an
Nasnav: Ezîz
Nav û Paşnav: Abdulselam
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Hisên
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Basilê- 14’ê Adara 2018’an
Nasnav: Hemza
Nav û Paşnav: Mihemed Şêx Hesen
Navê Dayikê: Elmas
Navê Bav: Silêman
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn 14’ê Adara 2018’an
Nasnav: Hesen Bêrîtan
Nav û Paşnav: Hesen Nebîko
Navê Dayikê: Cîhan
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dema Şehadetê: Bilbilê – gundê Baxça – 10’ê Adara 2018’an
Nasnav: Kurdistan Rengîn
Nav û Paşnav: Dunya Ebdo
Navê Dayikê: Laman
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê – Tepê Berdîxan – 9’ê Adara 2018’a