Ciwanên Bakurê sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li Minbicê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û erîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Efrîn meşek li dar xistin.
MINBIC – Di çarçoveya hemleya “SERÎ HILDE” de û bi dirûşmeya ʺLi dijî dagirkeriya Tirk SERÎ HILDE ʺ Bi sedan ciwanên bajarê Minbicê, ciwanên herêma Cizîrê û Firatê her wiha ciwanên bajarên Reqayê û Dêrazorê beşdarî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakurê Sûriyê bûn.
Meşa ciwanan ji çerxeriya Cezîre ya bajarê Minbicê dest pê kir. Di meşê de alên Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Tevgera Ciwanên Ereb, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan bilind kirin.
Her wiha ciwanan pankartên ʺDest bi dest em yekîtiya xwe li dijî gefên Tirkiyayê ava bikinʺ, ʺMinbic dagirkeriya Tirk qebûl nakeʺ, ʺNa ji dagirkeriya Osmanî reʺ, ʺCiwanên Reqayê fedayên Efrînê neʺ û ʺErdogan qatilê zarokên Efrînê yeʺ rakirin.
Meş li qada giştî rawestiya û piştî wê deqek rêz girtin li ser rihê şehîdên azadiyê sekinîn.
Piştre axaftin hatin gotin. Li esr navê meclisa Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Rêveberiya meclisê Farûq El-Maşî axivî û got: Em serhildana ciwanên Bakurê Sûriyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk silav dikin û em dibêjin ku em gelê Sûriyê hemî yekin û mê li hember dijmin bi yek destî têbikoşin.
Her wiha li ser navê ciwanên Bakurê Sûriyê Harûn Ebûye axivî.
Harûn di axaftin xwe de diyar kir ku ciwanên Bakurê Sûriyê destûr nadin ku dagirkeriya Tirk herêmê dagir bike û kiryarên hovane li dijî gelan pêk bîne. Emê bi hemû rêbazan asta têkoşînê bilind bikin û axa Bakurê Sûriyê rizgar bikin.
Piştî wê bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakurê Sûriyê Albîn Ehmed êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û berxwedana gelê Efrînê silav kir.
Meş bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ bi dawî bû.