Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê ji bo êrîşa asayîşa PDK ya Başûrê Kurdistanê li ser sersaxiya şehîdê HPG’ê Demhat Ahmed li navçeya Kelar daxuyaniyek da û ev êrîş şermezar kirin û gotin ku Emê rê nedine firotina xak û bêrêziya li hemberî şehîdên me bê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê li navenda xwe ya li navçeya Kelar a girêdayî herêma Germiyan der barê êrîşa asayişa Dihokê li ser sersaxiya gerîlayê HPG’ê Şehîd Demhat Ehmed, her wiha rê dayîna PDK’ê ya ji bo dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya ku ji aliyê endamê Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê Armanc Germiyanî ve hate xwendin wiha dibêje ; “Êrîşa çekdarên PDK’ê ji bo ser merasîma şehîd Demhat Ehmed û sertewandina wan a li hemberî dagirkerina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin.
Em di wê baweriyê de ne ku ev kiryarê bi fermana dewleta Tirk a faşîst tên kirin. Emê rê nedine firotina xak û bêrêziya li hemberî şehîdên me bê kirin.
Ger ev bûyer dûbare bibe, wê helwesta me jî tundtir be. PDK’ê timî dijî gelê Kurd xeta xiyanetê girtiye. Li herçar parçeyên Kurdistanê dijbertiya şoreş û serkeftina gelê Kurd dike.
Niha jî li Başûrê Kurdistanê dixwaze pêşî li berxwedan û şoreşgeriyê bigire. Xeta xiyanetê pêş bixwe. Her wiha bûye dest ji bo dewleta Tirk a dagirker ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.